Print this page

Barzanî: Kurdistana serbixwe dikar e bibe çareseriya hemû pirsgirêkan

12:05:40

 

Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re bibe cîraneka baş dê ji peywendiya wekî di navbera kirêdar û xwedan xanî de baştir e.

Li Zanîngeha Kurdistan a Hewlêrê îro  konferansa bi nave “Herêma Kurdistanê li Hember Du Rêyan” dest pê kir û biryar e ji bo dema du rojan berdewam be.

Di destpêka konferansê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku serxwebûna Kurdistanê dê hemû aliyên Kurd kom bike û armanca wan ji referandoml serxwebûna Kurdistanê ye.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku teror gefeke navdewletî ye û herkesî li xwe digire û bal kişande ser wê yekê ku Kurd li beramberî gefên terorê xweragir bûn.

Barzanî behsa statûya Herêma Kurdistanê kir û got pêwîst e qonaxa bê, qonaxa binyadkirina neteweyî be.

Di gotara xwe de Barzanî wiha got: “Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re bibe cîraneka baş, dê ji peywendiya wekî di navbera kirêdar û xwedan xanî de baştir e. Peywendiyên niha ne jib o Kurdistanê ne jib o Bexdayê baş e. Kurdistana serbixwe dikar e bibe çareseriya hemû pirsgirêkan.”

Serokwzîr bal kişand li ser vê yekê jî ku ev firsenda niha ketiye destê Kurdan ti caran qet çênebûye û got, rojên zehmet xilas dibin û divê hemû alî xwe ji qonaxa paştir e amade bike.