Print this page

Ebdulrehman Apo: PKKê di nav mehekê de 5 serkirdeyên ENKSê revandine

12:10:37

 

Rojava News: Serkirdeyê PDK-Sê Ebdulrehman Apo ragihand ku çekdarên PKKê di nava mehekê de 5 serkirdeyên ENKSê revandine.

Ebdulrehman Apo ji malpera fermî ya PDKê re gotiye: “PKK bi zorê hejmareke serkirdeyên ENKSê girtine û niha çarenivîsa wan xuya nîne. Ew jî Neşet Zaza, Beşar Emîn Endamên Polîtburoya PDK-Sê ne û Fesla Yûsif Cîgira Serokê ENKSê û Muhsin Tahir û Mihemed Emîn Husam Endamên Emîndariya Giştî ya ENKSê, ne.”

Ebdulrehman Apo her wiha gotiye: “Hejmareke din jî ji endamên me di zindanên PKKê de ne, mîna Barzan Husên Peyamnêrê ARKê û Dr. Mihemed Ehmed Serokê Komeleya Hêvî.”

Wî serkirdeyê PDK-Sê daye xuyakirin ku PKK jiyana siyasî ya Rojavayê Kurdistanê têk daye û herkes van kar û reftarên wan şermezar dike, lê PKK qet guh nade kesî û îtîrafê bi nirxên demokrasiyê nake û kesî ji xwe pê ve qebûl nake.