12:03:15
Rojava News: Li gorî daxuyaniya nûnerê PDKê yê li Misrê Şêrko Hebîb gelek welatên erebî îtîrafê bi mafê çarenivîsa kurdan dikin.
Nûnerê Partiya Demokrata Kurdistana (PDK) li welatê Misrê Şêrko Hebîb behsa nêrîna welatên Erebî li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê kir û got: "Gelek welat ji wan ligel mafê diyarkirina çarenivîsa kurdan e û hewlên Serok Barzanî bo peşeroja Kurdistanê pir girîng in.
Li gorî malpera fermî ya PDKê Hebîb di axaftina xwe de got: "Di nava welatên Erebî de nêrînên cuda li ser pirsa kurdî hene. Lê li ser asta deshilatan de gelek welat û desthilat îtîrafê bi mafê çarenivîsa kurdan dikin. Herwiha Serok Barzanî di serdana xwe de bo Urdinê û hevdîtinên wî de ligel berpirs û siyasetmedarên erebî de, behsa pirsa referandum û serxwebûna Kurdistanê dikir û ev yek jî destpêkeke girîng e. Dibe ku behskirina wê pirsê ji hinek welatan re cihê dilgiranê ye, lê hevdem hinek welat jî piştevaniyê dikin yan jî ne li dijî wê ne."
Hebîb di berdewamiya axafttina xwe de got: "Derbarê Misrê de hikûmeta wê ligel yekîtiya axa Iraqê ye lê rêzê li biryara kurdan digrin. Divê kurd û Herêma Kurdistanê zêdetir vê pirsê bi ereban re behs bikin û ji wan re zelal bikin ku dewleta Kurdistanê dê bibe dostekî baş bo welatên erebî.."