Print this page

Can Dost Romana ‘Kobanî’ bi bernameyeke taybet da nasîn!

13:45:27

 

Rojava News: Romana nivîskarê Kurd Jan Dost a bi navê ‘Kobanî’ li Stenbolê bi bernameyeke taybet hate nasandin û ji alîyê nivîskar ve bo xwendevanan hat îmzekirin.

Di bernameya ku ji bo danasîna romana ‘Kobanî' li Cezayîr Restoran a Stenbolê hat sazkirin de, gelek nivîskar, rojnamevan û xwendevanên Kurdî beşdarî kirin.

Bi moderatorîya nivîskar Alî Fikrî Işik pêşkeşîyek li ser romanê hat kirin û piştre nivîskar Jan Dost hestên xwe yên zaroktîya xwe ya li Kobanîyê derbas bûye û mebesta nivîsandina romana ‘Kobanî'yê bi beşdaran ve parve kir.

Jan Dost ji Spûtnîkê re li ser nîqaş û rexneyên bo wî têne kirin diyar kir, "Bila romanê bixwînin û piştre rexne û nirxandinên xwe bikin. Romana Kobanî karekî edebî ye, ne siyasî ye. Bêyî xwendina kitêbê nerast e ku wan nîqaşan li ser min û romana min dikin."

Hêjayî gotinê ye nivîskar romana Kobanîyê piştî şerê rizgarkirina bajêr ji destê DAIŞê ku têkoşîneke mezin hat dayîn nivîsandiye û Kobanîya xeyalên xwe yên zaroktîyê bi zimanekî edebî raxistiye pêşberî xwendevanan.