Print this page

Nêçîrvan Barzanî êrişa li dijî Qibtiyên Misrê şermezar kir

13:48:35

 

Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrişa li dijî welatiyên Qibtî yên Misrê şermezar kir.

Duh li bajarê Miniye yê Misrê, komek welatiyên Qibtî (mezhebekî ola mesîhiyetê) rastî êrişa çekdarî hatin, di encamê de herî kêm 30 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Bi wê helkeftê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir û ew êriş bi tundî şermezar kir û hevxemî û hevderdiya xwe bo malbat, xizmên wan qurbaniyan her wiha gel û hikûmeta Misrê nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî di beşeka din ya peyama xwe de behsa şerê li dijî terorê kir û ragihand, divê civaka navdewletî di şerê terorê de rijdtir be û bi destekî bihêztir şerê terorîstan bike û li dijî hizra wan ya tarî derkeve.