14:04:21
Rojava News: Duh êvari hemwelatiyek xelkê bajarê Bokanê li ser sûlava Şelmaş a Serdeştê dema xwest wêne û selfî bigre jiyana xwe ji dest da.
Li gor çavkaniyên ji rojhilatê Kurdistanê hemwelatiyê 35 salî duh 26.05.2017ê dema xwest wêne û selfî li ser sûlava Şelmaşê bigre ketxwar û jiyana xwe ji dest da.
Sûlava Şelmaşê nêzîk gundê Şelmaşê yê ser bi Serdeşt a rojhilatê Kurdistanê ye û wek cîheke geştyarî ye li rojhilatê Kurdistanê û gelek geştyar serdana wê dikin.