12:36:07
Rojava News: Hat zanîn ku YPGê li Kobanî xortekî nexweş girtine û bi zorê tevlî xwe kirine.
Li gorî agahiyan çekdarên YPGê, ku baskê PKK ye li Rojavayê Kurdistanê, li Kobanî xortekî 15 salî bi navê Afşîn Ehmed girtine û bi zorê tevlî xwe kirine. Tê gotin ku ew xort nexweşiya şekir pê re heye.
Ji aliyekî din hat gotin ku xortê kurd yê 16 salî bi navê Mistefa Ehmed roja 22 vê mehê li gundê Bîr Ehmed yê Reqayê hatiye kuştin.
Çalakvanê mafê mirov li Rojavayê Kurdistanê Ebdullah Îmam li ser çekdarkirina zarokan ji aliyê YPGê ve ji BasNewsê re got, ew karê ku ew dikin sûc e û divê bên dadgehîkirin.