Rojava News: Li gorî ku malbatê girtiyê ENKSê dibêjin: Rewşa girtiyan gelek ne base.
Asayîşa PYDê ya Cezîrê şeş serkirdeyên ENKSê di demên cuda de girtin, hevjînê Fesla Yûsif Cîgera Serokê ENKSê dibêje ku ew di zindaneke tekane de ye li navenda asayişa jinê li bajarê Qamişloû tevî wan ji asayîşê xwestina ku rewşa wê baş bikin lê heta niha ew di heman zindanê de ye.
Li gorî raporta ku li ser Televizyona Rudawê belavbuye: hevjînê Fesla Yûsif, Ezedîn Xelef dibêje: “Ji 9ê Gulanê ve mamoste Fesla Yûsif hatiye girtin, ew li cem asayîşa jinê ye. Me dû caran weke malbat ew dîtiye, ew bi tena xwe di ddeyekê de ye. Me doz ji wan kir ku rewşa wê çê tir bikin, lê heta niha ev yek bicî nebû ye. Ew li ser soz û baweriyên xwe ye û morale wê pir bilinde.
Hemen demê Kurê Başar Emîn behsa şêweya girtina bavê xwe dike û dibêje ku 3 otomobilênn asayîşe dejimêr 12 êvarî mala wan dorpêçkirin û di bin gefên çekan de bavê wî hate girtin û cih û rewşa wî ji wan re heta niha nehatiye diyarkirin.
Di hemen raportê de Çopîn Emîn kurê Başar Emîn jî dibêje: Bi şev her çar deriyê me bi xortî lêdan, min derî vekir, sê otomûbîlên asayîşê, endamekî ereb li ber derî bû. Rûyê min da dîwar, destê min bilind kir û berê kilaşinkofê da min û got em hatine mamoste bibin. Bavê min ji wê rojê de birine heta îro. Bavê min xwedî temen e, dermanî wî heye û nexweşiya dil jî pêre ye. Niha em nizanin rewşa wî çi ye, û ew li kuderê ye.
Endamekî komîta yasayî ya ENKSê dibîne ku tu bingehên yasayî ji girtina serkirde û endamên ENKSê tune ye bi gotina wî ev girtin dikeve çarçeweya binpêkirina mafê mirovan.
Piştî ku Asayîşa bi ser PYDê 17 Ofîsên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê girtin dest bi girtina Serkirdeyên ENKSê kirin û heta niha şeş serkirdeyê wê hatine girtin.