Print this page

Partiyên Kurdistanê li Ewropa siyasetên terorîst yên PYDê di derheqa gelê kurd û ENKSê de şermezar dikin

4:11:11 PM

RojavaNews: Partyên kurdistanê ji herçar parçeyan li bajarê Boxim li Elmaniya li roja 28 gulanê 2017 an kom bûn ji bo gengeşekirina çend mijarên siyasî yên giring li seraserî kurdistanê û bi taybet yên girêdayî bi berjewendiya gelê kurd nemaze yên li vê dawiyê li piştî peydabûna şoreşa Sûriyê û karvedan û destêwerdanên herêmî û navdewletî di karubarên Sûriya û Îraqê de û peydebûn û belavbûna rêxistina Daiş ya terorîst li ser rûberekî berfirh ji qada herdu dewlatan û êrîşa wê ya hovane li ser kurdistanê û dirustbûna Hevpeymaniyek navdewletî ya dijberî rêxistina Daiş a terorîst û piştgiriya pêşmergên kurdistanê ji aliyê hevpeymaniya dijberî terorê û destkeftên mezin yên pêşmerge bidestxistin li ser qadê li dijî rêxistina Daiş û rizgarkirina navçeyên madeya 140, ku pêşmerge bi xwîna xwe karîn sînorên başûr yên kurdistanê binexşînin, û bi saya xweragirî û qurbaniyên xwe, bû hêzek herêmî ya mezin li dijberiya terorê ku ev yek bû fakterê bihêzbûna rola gelê kurd û aktîvkirina doza kurdî ku bibe dozek giring û ya pêwîst bi dîtina çareseriyek giştgîr û peydabûna dostaniyek rasteqîn ligel gelê kurd.

Rêxistinên partiyên Kurdistanê yên li Elmaniya, bi awayekî berferh piştgiriya rêfrandomê dikin ya çaverê li kurdistana Îraqê bi serokatiya serok Mesûd Berzanî bête encamdan, ku serok hewl dide ji bo rizgariya gelê kurd û avakirina dewleta kurdî ya serbixwe wek hemû gelên cîhanê bi rêka vê rapirsiyê, û em partiyên kombûyîn vê rapirsiyê û rêfrandomê bi pêgaveke dirust dibînin û em amade ne ji bo lidarxistina çalakî û karên berferh li tevahiya Ewrop ji bo piştgiriya vê rêfrandomê û derberînê bikin ji hest û nestê xwe yê netewî.

Partiyên kurdistanê ji nêzîk ve rewşa rojavayê kurdistanê dişopînin û agehdarin li ser tawanên metirsîdar yên dibin di derheq gelê kurd û li dijî Encûmena niştimanî ya kurdî de ji revandin û sergonkirina serkirde û endamên wê û siyasetmedar û rojnamevan ji aliyê çekdarên PYDê baskê PKK li Sûriyê, ku heta niha bi dehan serkirde û kadiroyên encûmenê di girtîgehên wê de dîl û girtî ne û hêjî nivîsîngeh û baregehên encûmenê daxistî û dagîrkirî ne û bi hezaran ciwananên kurd têne revandin û ji bo leşkeriya neçarî ber bi kuştinê diçin di şerên bêhûde de yên ne di rajeya gelê kurd de û dûr ji qada kurdistanê û herwiha ku bi hemû şêweyan kar dike ji bo bidawîkirina jiyana siyasî û redkirina derbasbûna hêza pêşmerge ya Roj da ranebe bi erkê parastina gelê kurd û xaka kurdistanê ji koçberiya neçarî.

 

Partiyên kurdistanê bi tundî vê siyaseta dijminkarî ya PYDê di derheq gelê kurd û ENKSê de şermezar dike û hevdem hevdem hevkariya xwe ligel encûmena niştimanî ya kurdî û ligel girtiyên wê yên di girtîgehên PYDê dupat dike û daxwaza azadkirina girtiyan dike û hevdem em tekez dikin ku ev siyaseta pydê ya zordest û dijimkarî bi hêç şêweyî nakeve di xizmeta berjewendiya gelê kurd de belê berovajî xirabiyê digehîne gelê kurd û doza kurdî di vê qonaxa nazik û hestyar de.

 

Partiyên kurdistanê, bi tundî siyaseta terorîst ya rijêma Îranê di derheq gelê kurd li rojhilatî kurdistan ji girtina siyasetmedarên kurd û bidarvekirinên rojane û gefên wê li dijî herêma kurdistanê û destêwerdana wê di karubarên navçeyê de şermezar dikin, herwiha em bangewaziyê li civaka navdewletî û li NY dikin ji bo bi rijdî rawestin li ser vê diyardeya metirsîdar ya rijêma Îranê piyade û bikar tîne, û em bang ji bo girêdana kongirekê kurdistanê ji partiyên kurdistanê dikin yên baweriya xwe bi mafê çarenivîs tînin ji bo destnîşankirina bijardeyên sereke yên kar û xebata paşerojê ji bo piştgiriya daxwazên gekê me li seraserî kurdistanê bidestxistina mafê azadî û rizgariya xwe wek hemû miletên cîhanê.

 

Em partiyên kurdistanê tekeziyê li ser berdewamiya pêwendî û tikiliyan dikin ji bo dariştina mîkanizmek kara ya karê hevbeş ku bikeve di rajeya doza gelê kurdistanê de û bikeve di xizmeta azadî û rizgariya gelê kurd de ji bo jiyanek azad û bi rûmet.

Bijî kurdistan

Bijî Gelê kurd

Nemirî ji şehîdan re

Herbijî pêşmerge