Print this page

biwêne:Dibistana Can bawernaman belav dike

RojavaNews-Batman:Piştî bendewariyek dirêj qutabiyên dibistana Can li Batmanê yên pola 12 an (Bekeloriya) bawernamên xwe wergirtên , ko di havîna sala borî 2014 an ezmûna xwe kiribûn , di rêya desteya Sûrî ya zanîn û perwerdeyê .

Ku ew jî bihikûmeta Lîbî a demkî girêdayî bû.

  Û ji ber şerê navxweyî di Lîbiya yê de astengên mezin li pêş desteyê derket , ku ew jî derng gihîştina bawernaman bû . Û di 6 ê vê heyvê de qutabiyên Can kêfxweş bûn bi belav kirina bawernaman, çiko derfetên nû wê ji wan re vebên di zanîngeha de , û wê xwendina xweyî bilind berdewam bikin

Û di derbarê vê helkeftinê de cîgirê rêveberê dibistana Can li Batmanê mamoste Ûsama Dawid wisa axivî : ( di Destpêkê de em xwendekarên dibistana Can pîroz dikin û em bihêvî ne ko herdem serkeftî bin di jiyana xwe de.û em bihêvî ne xwendina xwe berdewam bikin di zanîngehan de ji ber ew paşeroja miletê xwe ne . Û em spasiya mamostên dibistanê dikin , û komela Can ko ev dibistanan vekirine ta Zarokên Sûrî bêxwendin nemînên).

Û hêjayî gotinê ye ko komela Can ya Sûrî çar dibistan li seranserî Tirkiyê vekirine , û Zarokên penaberên Sûriyê didin bixwendin.

Bêgoman ev karekî pir pîroz e û cihê serbilindayiyê ye . Gava tu zarokan ji nezaniyê rizgar bike , û tu wan bixwendin bide , ev tişt pir giring û hêja ye .

Em bihêvî ne qutabiyên Sûriyê serkeftî bin,  û hêviya berdewam bûn û serkeftinê ji komela Can redixwazin.

Bahoz Rojavayî