Print this page

Li Rojavayê Kurdistanê amadekariyê rojiyê bi zehmetiyan tê kirin!

12:31:49

 

Rojava News: Xelkê rojavayê Kurdistanê dibin bandora koçberî û şer de bi kul û xem pêşwazîya meha remezanê dikin.

Li bajarê Qamişlo, ku yek ji bajarên mezin ê  Rojavayê Kurdistanê ye, gelek malbat koçber bûne.

Endamên malbatekî Qamişlo dibêjin ew di meha rojiyê de, berê hemû malbat li ser fitarê kom dibûn, xelk li ser hev bûn û niha her kesek bi derekê ve çûye.

Li bajarê Qamişlo wekî li hemû Rojavayê Kurdistanê, zehmet e malbatek hebe ku bi tevahî li ser sifreya fitarê bicive, çimku ti malbat nemaye ku piraniya wê koçber nebûye.

Piştî 6 salan ji şerê nav xwe, beşek ji xelkên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bûne para kuştin, koçberî û deryayên penaberîyê. Beşê mayî jî, wekî vê malbatê, di navbera welat û dinyaya penaberîyê de dabeş û belav bûne. Êdî ne remezan û ne cejin dikarin rêya xweşiyê bibin nav dilê wan.