Print this page

Turkiye: 879 koçberên Rojavayê Kurdistan hatin girtin!

04:10:54

 

Rojava News: Hat zanîn ji aliyê artêşa Tirkiyê ve 879 koçberên Rojavayê Kurdistanê di dema derbasbûna sînorê bakûrê Kurdistanê hatine desteserkirin.

Di vê derbarê de artêşa Tirkyê ragihand: 879 penaberê ku ji rojavayê Kurdistanê xwestina derbasî Tirkiyê bibin  hatine girtin.

Li gorî zanyariyên berdest hêjmareke zêde ji penaberê Rojavayê Kurdistanê li kempên demkî yê nêzîkî sînor  têne girtin û hatiye zanîn rewşa wan gelek xerabe.

Ji bo ku rewşa wa  baştir bibê banga alikariyê ji  ENKSê  (Encumena Niştimaniya Kurdistan a Suriyê) dikin.