09:29:25
Rojava News: Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi rêya telefone pêwendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve kir û tekezî li ser soza welatê xwe bo berdewamiya pêwendiyên bi Kurdistanê re û piştgiriya ji bo Hêza Pêşmerge kir.
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, êvariya roja sêşembiyê 30ê Gulanê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson bi rêya telefone pêwendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, di vê pêwendiya telefonî de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê destxweşî li Hêza Pêşmerge û serkevtinên wê di şerê li dijî terorîstan de kir.
Rex Tillerson herwiha ji bo wê hemahengiya navbera Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê di şerê li dijî terorîstan de, pêzanînên xwe nîşan da.
Tillerson herwiha soz da Barzanî ku Amerîka li ser pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê û piştgiriya bo Hêza Pêşmerge berdewam be.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di vê pêwendiya telefonî de spasiya helwest û piştgiriyên Amerîkayê kir.
Barzanî herwiha bi boneya dest bi kar bûna Tillerson weke Wezîrê Derve yê Amerîkayê, pîrozbayî li wî kir û hêviya serkevtinê ji wî re xwast.