5:48:45 PM
RojavaNews: Nûneratiya Orupa ya Encûmena Niştîmanî ya kurdî li Sûriyê bi nûnerê Herêma kurdistanê di Yekîtiya Urupayê de civiya.
Îro li birokselê paytexta Belcîkayê şandeke nûneratiya Urupa ya ENKSê ku her yek ji Rêzan Şêxmûs Serokê nûneratiya ENKS û Mihemd Salih endamê komîta têkilyan bi nûnerê hikûmeta herêma kurdistanê di yekîtya Orupayê de dîlawer Ickahî re civiyan.
Di wê civînê de rewşa Rojavayê kurdistanê herweha têkilî û peywendiyên di navbera ENKSê û herêma kurdistanê herweha mijara vîza jibo kurdên Sûriyê û mjarêne din girêdayî bi xizmetgwizarên penaberan û çalakiyên ENKSê li derve hatin gengeşe kirin.