Print this page

Nûneratiya Uropa ya ENKS kuştina Ciwnê Kurd li Elmaniya şermezar dike

3:37:07 PM

RojavaNews: Duh roja Pêncşemê 1. 6. 2017 an de , Du penaberên Sûriyê ji Mîlîsên Islamî êrîşî penaberê Kurd EbdulHenan Mustefa Yehqûb kirin, û ew tometbar kirin bi kufrê , û ew dan ber kêra û di encamê de wî jiyanaxwe ji dest da, EbdulHenan temenê wî 33 sale ji Efrînêye û bavê Du zarokaye .

Di vê derbarê de Nûneratiya Uropa ya Encumena Niştîmaniya Kurdî daxuyaniyek belav kir û têde Kuştina EbdulHenan Mustefa Yehqûb şermezar kir,û daxwaz ji Hikûmeta Almaniyayê kir ku, sûcdararan dadgeh bikin,herweha Nûneratiya Uropa serxweşî ji malbata bdulHenan re xwest.