Print this page

Heşda Şebî 3 gundên din xist kontrola xwe

12:59:57

 

Rojava News: Hêza Heşda Şebî ragihand ku wan li sînorê Rojavayê Kurdistan -Iraqê û herêma Nînowayê 3 gund ji destê DAIŞê derxistine.

Li gor daxuyanîya desteya Heşda Şebî ya nivîskî, di encama operasyona li sînorê bajarokê Beacê yê ser bi parêzgeha Nînowayê de, gundên Çayir Xilfas, Til Sfûg û Caye hatine kontrolkirin.

Herwiha hat ragihandin ku 15 milîtanên DAIŞê jî hatine kuştin.

Li gor daxuyaniyê bi vî awayî rêya sereke ya gihandina alîkariyê û hatinçûna DAIŞê ya di navbera Sûriye û Iraqê de hatiye birîn.