Rojava News: Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê daxuyandiye ku: Hêzên Pêşmerge û şervanê Kurd bêtirî 150 gundan azadkirine. Herwiha 50 terorîstên DAIŞê jî hatine kuştin.
Muslîh Zêbarî wiha got: “Di encama şer û pevçûnên îro de, hêzên kurdî karîne 50 terorîstan bikujin û gellek çek teqemenî ketine destê me de.”
Wî fermandarê Pêşmerge tekez kir ku, “Îro nikarîbûn gellekî pêşve biçin ji ber ku baran bû, lê dîsa jî şer berdewam bû. Herwiha çekdarên DAIŞê ew kurdên ku duhî revandibûn 40 ji wan berdan.”