12:43:11
Rojava News: Li gorî zanyariyên berdest ku ji herêmê hatine wergirtin di nava du rojên dawî de zêdetirî hezar û 40 penaberî xwe li bajarê Efrînê girtine.
Pêla penaberiyê ji herêmên di bin kontrola çekdarên DAIŞê de û bi taybet ji herêma Şehbayê, ber bi herêmên ewlehtir ve berdewam e. Li gorî Rêvebiriya Deriyê Qetmayê li rojhilatê Efrînê, di her du rojên derbasbûyî de ji herêmên di bin kontrola hêzên Artêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereya Sûriyê de pêla koçberiyê ya ber bi Efrînê ve didom e.
Berpirsên deriyê sînorî yê Qetma ragihandine ku ji herêmên di navbera Ezez, Cerablus û Ezazê de hezar û 40 koçber derbasî sînorê herêma Efrînê bûne. Hêzên ser bi Asayişa Efrînê ew koçberên nû di kampên Rûbar û Şehbayê de bi cih kirine.