Rojava News: Li gundên bajarê Kobanî 5 rojin av hatiye birîn û elektrîka deverê jî tunneye.
Li gor ku çavkaniyekê ji gundewarê Kobanî daye xuyakirin: Bi kêmayî 5 rojin li ser gundewarê Kobanî av û elektrîk hatiye birîn. Xelkê deverê ji ber nebûna avê di rewşeke nebaş de jiyan dikin.
Her weha xelkê deverê bangawaziya alikariyê dikin, da berpirsên av û elektrîkê wê pirsgirêkê çareser bikin.