Rojava News: Li Amedê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemangerê piştî betlana nîvsalê îro ji bo perwerdehiya serdema duyemîn dest pê kir.
Li Amedê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger piştî betlaneya 15 rojan, ji bo serdema duyemîn bi zingila strana "Zimanê kurdî" lêda. Dibistana Seretayi ya Ferzad Kemanger ji 5 polan pêk tê û nêzî 110 zarok bi zaravayê kurmancî lê perwerdehiyê dibînin. Mamosteyên ku 8 kesan ve pêk tê ji bo serdema duyemîn de li dibistanê bi zarokan re amade bûn. Di dibistanê de 64 zarokên keç, 46 jî law pêk tê.
Xwendekarên biçûk bi coş û kelecanek mezin hatin dibistana xwe û li hundirê polê dersa xwendin û nivîsandin dîtin. Dibistana Seretayi ya Ferzad Kemangerê de mamosteyên ku di polên Ehmedê Xanî, Cegerxwîn û Meleyê Cizîrî perwerdehiya xwendin û nivîsandin, pola Feqiyê Teyran, Meryemxanê de jî perwerdehiya stran û wêne didin. Dema ku zarok zimanê dayikê fêr dibin, di çavên wan de keyfxweşî û kelecanawan diyar dibe.