Print this page

Nêçîrvan Barzanî êrişên Tehranê şermezar kir

Rojava News:  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî “êrîşên terorîstiyên Tehranê” şermezar dike û radigihîne: “Em di rêfa herî pêş a şerê li dijî terorê de ne û me bîranînên tal li gel tawan û kiryarên terorîstî heye, em baştir ji wê êşê têdigihîjin.”

Nêçîrvan Barzanî derbarê êrişên îro yên li paytexta Îranê bajarê Tehranê de, ku bûne sedema kuştina 12 kesan û birîndarbûna 42 kesên din, daxuyaniyek da.

Serokwezîr Barzanî di vê daxuyaniyê de dibêje: “Di her demekê de û li her cihekê ku terrorist bikarin û fersenda wê bi dest bixin, dest ji tawan û kiryar û karên terorîstî berandin û ti welat û ol û mezheb û baweriyekê jî nas nakin.”

Di destpêka daxuyaniyê de tê gotin: “Em, wê êrîşa terorîstiya, (07.06.2017ê) li bajarê Tehranê kiriye ser parlamentoya Îranê û mezargehê Îmam Xomeyn, bi dijwarî şermezar dikin.”

Serkwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi qurbanîdana Kurdistanê di rûbirûbûna  bi terorê de dike û dibêje: “Em, li Herêma Kurdistanê ku, li çeperên pêşiyê yê şerê li dijî terorê ne, me bîranînên tal digel tawan û kiryarên terorêstan hene, em baştir di êş û azarên wan tawanan têdigihîjin,em hevderdî û hevxemiyê bi malbat û kesûkarên qurbaniyan, gel û Komara Îslamiya Îranê re parve dikin û sersaxiyê dixwazin, Xwedayê mezin canê qurbaniyan bi Buheştê şad bike û selametiy ji birîndaran re rêke.”

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a daxuyaniya xwe de dide xuyakirin, ku terorîst li her cihekê cîhanê bin û di her demekê de, bi bidestxistina fersendan hewl didin êriş bikin û tekez dike: “Li her dera ji bo terorîstan derfer çêbe xwe ji encamdna tawanan û kiryarên terrorist nadin paş û tu welat, ol, mezheb û baweriya nas nakin, ji ber vê yekê ku di demekê de kiryar û tawanên wan berfireh dibin, erka lezgînî ya mirovî û pêdawîstiyeke navdewletî ye, ku tedbêrên saxlem bigirin û zêdetir hevahengiyê di hemû astan de bikin, daku rûbirûyê fikir û kiryarên terorîstî bibin. ”

Barzanî di dawiya daxuyaniya xwe de jî dibêje: “Sersaxiyê ji Komara Îslamiya Îranê re dixwazin, xema wan xema me ye û piştevnaiya xwe jê re radigihînin.”