Print this page

Efrîn: Grubên tındrewê Îslamî gundewarên bajêr topbaran kirin!

12:42:10

 

Rojava News: Ji aliyê grubên tındrewê Îslamî çend gundê Efrîne hate topbarankirin, u di encam de gelek ziyan giha zeviyê deverê.

Hat zanîn 50 topên hawanê avêtin gundên Zoyan, Til Medîq, Teana, Til Cîcan. Hesiya, Qolserûc û Cebel Nayif ê.

Li aliyekî din ve dîsa çekdarên Tındrewê İslamî 25 topê havabê avêtin Şêx Hilal û Dêr Cemal.

Di encama topbaranê de ziyan gihaştin mal û milkên welatiyan û zeviyên genim.