Print this page

Karwaneke çekan gihîşte bajarê Kobanê

Rojava News: Îro karwanek çek û pêdawîstiyên serbazî gihîşte bajarê Kobanê ku çend parçeyên çekên giran jî têde hene.

Fermadarê Hêzên Pêşmerge yê bajarê Kobanê  Muslih Zêbarî ragihand ku, îro karwaneke din ya pêdawîstiyên serbazî gihîşte bajarê Kobanê, û hêrişên Hêzên Pêşmerge Kurdî  bo ser çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê (DAIŞ) berdewame.

Amaje bi wê yekê kir ku, firokên cengî bi dijwarî bargehên çekdarên DAIŞ`ê li derdora Kobanê bombebaran kirin û ziyaneke zor gihandin çekdarên wê rêxistinê‌.

Piştî hêrişa çekdarên DAIŞ`ê bo ser bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistan`ê, ji Herêma Kurdistan`ê hêz û hevkariya serbazî bi çend qonaxan bo wê bajarî hatin rê kirin.