12:45:29
Rojava News: Rêvebirê bajarokê Sinûnê ya bi ser herêma Şingale ragihand ku xelkê bajarok piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê dikin.
Li gorî nûçeya BasNewsê rêvebirê bajarokê Sinûnê ya bi ser herêma Şingalê ragihand ku xelkê bajarokê Sinûnê bêhtir dê beşdarî referandumê bikin bo serxwebûna Kurdistanê. Ji ber mifteya çareseriya birînên xelkê me ew e, dê kurdên êzdî ji karesetan rizgar bibin û ji kevin de kurdên êzdî li benda vê roja dîrokî ne.
Rêveberê bajarê Sinûnê Nayîf Seydo di berdewamiya axaftina xwe de got "Kurdên êzdî gelek caran daxwaz kirine bikevin ser herêma Kurdistanê, lê her dijminan asteng kiriye. Niha ew dem hatiye kurdên êzdî birînên xwe çareser bikin, pêkanîna referandumê li deverên dervey rêvebiriya Herêma Kurdistanê dê me ji pirsgirêkên du rêveberiyê rizgar bike, bi fermî em ê bikevin ser Herêma Kurdistanê dê pir baştir karûbarên kurdên êzdî bêne kirin."
Nayîf Seydo di dirêjiya axaftina xwe de got: "Êzdî dê bi rêya referandumê ve xwe ji erebên xedar rizgar bikin. Her ji naha û pê de em ê di nav xelkê xwe de kar bikin, bi gelek cureyan giringiya referandumê em ê bigehînin hemû hemwelatiyan. Xelkê me bi hemû hêz û şiyanên xwe ve dê piştevanên referandumê bike.''