Print this page

Çarenivîsa Slêman oso ne diyare!

23:24:19

 

Rojava News: Endamê komîta sîyasî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Slêman Oso ji roja 23ê Gulanê borî ve ji aliyê çekdarên PYDê baskê PKK li Sûriyê ve hatiye girtin û ta niha çarenvîsa wî ne diyare.

Slêman Abdalmicîd Oso di sala 1959a de  ji dayikbûyê. Ew bixwe endazyariya mîkanîk li zanîngeha helebê xwendiye. ji destipêka ciwaniya xwe ve tevlî kar û xebata siyasî bu ye. Bi wê sedemê jî gelek caran rastî tundî û girtinên rejimê hatiye.

Di sala 1986an de weke endamê komîte ya navendî ya partî ya kurdî,  herweha di sala 1988 a û 1909an de  endamê serkirdayetiya giştî ya partiya kurdî kiriye. 

Oso cara yekem di sala 1992an de bi tometa belavkirina belavokên bihelkefta borîna se salan li ser serjimêriya neçarî ku bi 10 hezar welatiyê Kurd li Hesekî bê nasname mabûn ji aliyê rejimê ve hate desteserkirin û revandin. Salek û nîvê di zindanên rejimê de ma.

Di sala 2008an de jî şeva Newrozê bi sedema alîkarî û amadekariyê newrozê 3 mehan di zindanê Hesekî de ma. û ji karê xwe yê endezyariyê hate durxistin.

Di sala  2009an de bi sedema  beşdariya xwenîşandanekê li pêşiya perlemana rejîmê li Şamê, de hate girtin û dîsa ji ber karê siyasî xistin zindanê Bajarê Hesekî.

Piştî ku rejîmê hin navçe radestê PYDê kirin, fişara rejîmê ya bi ser siyasetmedar û çalekvanên Kurd wê care bi destê PYDê hate meşandin. Oso jî berdewam rastî astengiyan ji aliyê PYDê ve dihat.

Roja 23e  gulana borî , çekdarên PYDê êrîşî mala Oso li bajarê Qamişlo kirin û ew revandin û ta niha çarenvîsa wî nediyare.

Silêman Oso bixwe endamê komîta peywendyên derve ya ENKSe ye herweha endamê komîta siyasî ya partiya yekîtî ya kurd li sûriyê ye.