Print this page

Dijbereya Sûriyê kurdên gundekî Efrînê neçar dike ji gundê xwe derkevin

23:53:39

 

Rojava News: Hêzên dijbereya Sûrî xelkê gundekî Efrînê neçar dike ji gundê xwe derkevin.

Çavkaniyekê ji Efrînê ragihand ku hêzên çekdar ên dijbereya Sûrî xelkê gundê Elqîno yê ser bi Efrînê neçar dike ku gundê xwe bicih bihêlin û derkevin.

Di vê çarçoveyê de, beşek ji xelkê neçar bûn ji cih û warên xwe derkevin, lê hêj beşek ji wan mane. Di nav xelkê de jin, zarok, pîr û kal jî hene.

Niştecihên gundê Elqîno, ku ji aliyê rojhilat ve, dikeve navbera Efrîn û Ezazê, behsa wê yekê dikin ku çekdarên dijbeeyê ji roja Pêncşemê ve derbasî gundê wan bûn û bi awayekê bêserûber, teqe û gulebaran kirin. Di encamê de tirs kete dilê xelkê vî gundî.

Xelkên gundê Elqîno daxwaza wê yekê dikin ku çekdar ji gundê wan bêne derxistin.