Print this page

Barzanî biryara referandûmê pêşkeşî NYyê dike!

15:14:20

 

Rojava News: Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja Yekşemê (11.06.2017) biryara referandûma serxwebûnê pêşkeşî Neteweyên Yekbûyî dike daku çavderîyê bikin.

Husên diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê referandûmê de bi Bexdayê re axivî ye û beriya niha jî bi awayekî rasterast Bexda hatiye agahdarkirin.

Fuad Husên di hevpeyvîna ligel televizyona Rûdawê de destnîşan kir, "Beriya niha em ligel nûnerê Netewyeyên Yekbûyî (NY) rûniştin. Cenabê Serokê Herêmê roja Yekşemê (11.06.2017), dê biryara referandûmê arasteyê aliyên pêwendîdar bike. Di wê biyarnameyê de ji NY û rêxistinên navneteweyî hatiye xwestin ku çavdêriya referandûmê bikin."

Husên herwiha eşkere kir ku dê şandeke Herêma Kurdistanê jî ji bo gotûbêjkirina biryara referandûmê serdana welatan bike û got: "Hemû welat ji biryara referandûmê agahdar e. Ji xwe piştî biryarê hinek welatan helwesta xwe eşkere kirin."

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser helwesta Amerîkayê jî wiha peyvî: "Helwesta Amerîkayê ne nû ye. Amerîka ji aliyekê ve yekîtiya axa Iraqê dixwaze lê li aliyekê din jî dibêje em rêzê ji îradeya gelan re digrin. Piştî diyarkirina roja referandûmê, berpirsên amerîkî pêwendî ligel me kirin û ji me re gotin, em rêzê ji îradeya gelê Kurdistanê re digrin. Lê ji ber şerê DAIŞê dema referandûmê ne guncayî ye. Em wiha dixwînin ku ew ne li dijî referandûmê ne. Ev ne helwesteke giran e."

Husên da zanîn ku hevpeymaniya nîştîmanî ji bo gotûbêjkirina pêwendiyên paşerojê yên Hewlêr û Bexdayê û herwiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera aliyan de dê komîsyoneke 7 kesî ya danûstandinan pêk bîne.

Derbarê helwesta Tirkiyê de Fuad Husên got: "Beriya demekê şandekê Tirkiyê serdana me kir û ji me xwestin ku em referandûmê nekin. Ji mere gotin, em bêjin û nebêjin jî we biryar daye referandûmê bikin û dê her jî bikin. Eger girtpirsiyê bikin jî bila pirs cuda be. Lê referandûm mafekî demokratîk e. Li hemû welatan referandûm tê kirin. Li Tirkiyê jî referandûm hate kirin. Referandûma Herêma Kurdistanê tenê bi Kurdistana Iraqê ve pêwendîdar e. Pirsyar jî ev e, Gelo tu deng didî dewleta Kurdistanê. Dê ev pirs jî bi kurdî, erebî, tirkmenî û aşûrî were pirsîn."