01:03:03
Rojava News: Beriya demekê ji alîyê hikumeta Tirkiyê ve bi dehan welatiyên kurd yên ku radestî çekdarên artêşa azad kiribûn ta niha jî li devera Ezazê girtî ne. ê mane li dev çekdarên artêşa azad û grupên bser ve ..
Berî çend rojan dewleta Tirkiyê hejmarek penaberên Sûriyê ku bi rêya qeçaxî sînor derbaskiribûn girtin û zêdetir ji 500 kesî radestî çekdarên Artêşa Azad kiribûn. Zêdetirî ji wan welatiyan Kurdê Rojavayê Kurdistanê ne.
Hat zanîn Kurdê Rojavayê Kurdistanê ku dixwestin derbasî Ewropayê bibin bi reya qaçaxî ji sînorê Ezazê derbasî Tirkiyê bû bun.
Li gor jêderên ARKê ji wê grupa penaberan bi dehan gêncê Kurd dibin kontrola çekdarên artêşa azad de girtî mane, û çarenivîsa wan ne diyare.
Malbatê kesên girtî daxwaz ji Encumena Niştîmaniya Kurd li Suriyê dikin ku çareyekê ji wan ciwanên ku li gel çekdarên artêşa azad girtî ne bîbînin.