Print this page

Xwediyên "Dîlên Kobanê" li bendîxaneyên Daişê de banga xwe dighîne Serok Barzanî

10:58:33 PM

RojavaNews_Kobanê: Di nemeyekê de Xelikê Kobanê Ku zaroyên xwe li bendîxaneyên Daiş de ne, banga xwe biriya Nemeyeke vekîrî dighîne Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî< kopiyeke ji wê nameyê ji bo RojavaNews Şandin, Ev jî deqa wê ye:

Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî

Silavên dilsozî û rêzdariyê

Ji berî 4 salan ve, di dema êrîşa DAIŞê ya ser bi Kobanê de, rêxistina teroristî ya DAIŞê hejmarek ji welatiyên Kurd ên Kobanê revandin û heta niha ti agahiyên me zelal li ser wan tune ne. Li gor hin kesên ku ji girtîgehên DAIŞê hatine rizgarkirin, ku DAIŞ wan bi tuhmeta ku “Kurd in û gawir in” tuhmetbar dike.

Ji ber rawişta û dîroka malbata we ya birûmet û ya ku bi dirêjahiya dehan salan bo rakirina zilm û zorê ji ser mile gelê Kurd. Em xwedî û malbatên girtiyên ku ligel rêxistina terorê ya DAIŞê ne, destê xwe li ber cenabê we vedigirin û hêvî dikin ku hûn alîkariya me bikin, bo nasîna çarenivîsa girtiyên me yên ligel tawanarên DAIŞê û herwiha alîkariya me bikin bo azadkirina wan.

Em wek malbatên girtiyan gelekî bi êş û xemgîn in, ji ber ku rewşa girtiyên me gelekî xirab e. Em agahdar bûn ku girtiyên me ji bo gelek girtîgehên DAIŞê hatine veguhastin, herwiha hin agahiyên ne tekezkirî jî gihêştin me ku ew bo girtîgehên bajarê Dêrezorê hatine veguhastin.

Hejmara girtiyên Kobanê zêdetirî 500 girtî ne û yên Sûriyê bi tevahî 1800 girtî ne, lê ti rêxistineke mirovî ya pêwendîdar bi karûbarên girtiyan tevgerek bo girtiyên me nekirine, tevî ku gelek car me pêwendî bi wan re kirin û name bo wan birê kirin.

Em tev hêvîdar in ku cenabê we alîkariya me bikin, da ku em çarenivîsa girtiyên xwe bizanin û hewl bidin bo wan jî azad bikin.

Ligel rêz, pêzanîn û spasiya me bo cenabê we

Xwedê we biraderekî ezîz bo her Kurdistaniyekî bihêle