02:46:13
Rojava News: Wezîrê navxwe yê berê yê Îsraîlê Gideon Saar daxwaz ji hikûmeta Îsraîl û Amerîka dike, ku roleke wan ya erênî di proseya serxwebûna Kurdistanê de hebin.
Gideon Saar tekez kir, roleke berçav a Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de hebûye û bi berdewamî mafên wê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye binpêkirin.
Gideon Saar daxwaz ji Benjamin Netanyahu kir ku piştevaniya Îsraîlê bo Kurdistaneke serbixwe dupat bike.
tê zanîn, duh Kurdên Cihû li Kurdistanê, Îsraîlê û li derve di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe bo encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê derbirîn.
roja 7 Hizêranê, di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel aliyên siyasî yên di hikûmeta û parlementoyê de, biryar hat dayîn ku roja 25 Îlona îsal de referandûma serxwebûna Kurdistanê were kirin.