Print this page

Asayîşa PYD serkirdeyekî partiya Yekîtî li bajarê Girê Spî revand

23:45:14

 

Rojava News: Asyîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) baskê PKK li Kurdistana Rojava Endamê xwecihî yê partiya Yekîtî Cuma Bavê Awaz ji gundê Bexdek li bajarê Girê Spî revand.

Li gor mapera Yekîtî Mîdya ragehanî ku, îro, Sûşemê 13.06.2017 Asyîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) baskê PKK li Kurdistana Rojava Endamê xwecihî ya partiya Yekîtî Cuma Bavê Awaz ji mala mirovekî wî dema sersaxî ji bavê şehîdekê re dixwest û beşdarî di taziyê de dikir li gundê Bexdek li bajarê Girê Spî revandin.

Li gor heman çavkaniyê aşkerekî  Endamê xwecihî ya partiya Yekîtî Cuma Bavê Awaz li Tirkiyê dijî û bi serdanekê hatiye gundê xwe yê ser bi bajarê Girê Spî daku, karûbarên xwe bi rêve bibe.