Print this page

Li Efrînê ji girtiyan re lêborîna giştî derket

Rojava News: Li Efrînê ji girtiyan re  lêborîna giştî  hate derxistin.

 

Biryar e girtiyên siyasî jî ku di zîndanên Efrînê yê bi ser  PYDê ve ne  vê  bên berdan.

 

Niha hin girtiyên PDK-Sê di zîndanê de ne, wek Siyamend Birîm, Biyazîd Mamo, Şukrî Bekir û Ehmed Sîdo.

 

Heya niha çarenivîsa endamên PDK-Sê li Efrînê, Mehmûd Korîş û Lezgîn Berekat, ku bêtirî 2 mehan bi ser revandina wan de derbas bûye, nediyar e.

 

Her wiha zêdetirî sal û nîvekê ye endamê PDK-Sê parêzer Idrîs Elo jî hatiye revandin û heya niha çarenivîsa wî nediyar e.

 

Nêzîkî 40 endamên El-Partî (niha bûye PDK-S) li Efrînê bi tohmeta ku destê wan di teqînan de heye, hatibûn girtin û ji aliyê  “Dadgeha Gel” ve bi 10 salan cezayê girtinê hatibûn mehkûmkirin.