Print this page

Îtalya helîkoptera dide pêşmerge

Rojava News: Serfermanderê Artêşa Îtalya Luigi Binelli Mantellî got ku welatê wî dê li dijî şerê DAIŞê alîkariyên xwe bo pêşmerge bidomîne û di çarçoveya alîkariyan de jî helîkoptera bide Hêzên Pêşmerge.

 

Luigi Binelli Mantellî îro hat paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê û ji Rûdawê re got ku ewê di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de alîkariya çekên giran bo Hêzên Pêşmerge zêdetir bikin.

 

Mantellî li Hewlêrê serdana kampa perwerdeya leşkerên Îtalyayê kir û diyar kir ewê ji bo perwerdeya pêşmerge 300 pisporên leşkerî yên din jî bişînin Başûrê Kurdistanê.

 

Mentellî anî ziman ku fuzeyên antîtankên îtalî gelek bibandor in û wiha got: “Îtalya dê di çarçoveya alîkariyên leşkerî de 4 helîkopterên ji cureya Chinook ku ji bo hilgirtina birîndaran tê bi kar anîn, ligel tîma wê bişîne Başûrê Kurdistanê.”

 

Ji xeynî Almanyayê pisporên leşkerî yên Îtalyayê jî li Başûrê Kurdistanê alîkariya perwerdeya leşkerî dide pêşmerge.

 

Serfermanderê Artêşa Îtalya Luigi Binelli Mantellî cara yekemîn 19ê Mijdara 2014an serdana Hewlêrê kirbû.