Print this page

Erdogan: Em nahêlin li bakurê Sûriyê dewletek ava bibe

12:41:45

 

Rojava News:  Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ragihand, ku ewê nehêlin li bakurê Sûriyê dewletek ava bibe. Herwiha li navçeya Serêkaniyê jî diyar kir, ku bi rêveberiya şaredariya AK Partiyê navçeya Serêkaniyê dê baştir bibe.

Navçeya Heranê ya Rihayê di referanduma Tirkiyê de bûbû navçeya ku herî zêde dengê “Erê” daye û biryar bû, Erdogan serdana navçeya Heranê bike, lê Serokomarê Tirkiyê piştî ku gihişte Rihayê bernameya xwe guhert û bi helîkopterê çû navçeya Serêkaniyê.

Recep Tayyip Erdogan li Serêkaniyê diyar kir, ku bi rêveberiya şaredariya AK Partiyê dê jêrxan û serxana navçeya Serêkaniyê baştir bibe û got, ku rêveberiyên berê, mirovan neçarî xendeqan kirine.

Herwiha Serokomarê Tirkiyê got: “Birayê min ê ku li Serêkaniyê dijî, gelo mehkûmê ax, herî, xendeq û çalê bû? Hişmendiyên berê, weke li her derê, li vir jî hemwelatî mehkûmê xendeq, çal, herî, toz û axê kirin. Çimku weke mirovan muamele nekirin.

Weke din Erdogan di axaftina xwe ya li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê de jî got: “Li bakurê Sûriyê PYD û YPG di nav hewldanekê de ne. Li cem we, li paş we kî dibe bila bibe, bizanin ku dewleta Komara Tirkiyê, bi hêzên xwe yên çekdarî û hemû îmkanên xwe, dê bi ti awayî nehêle li bakurê Sûriyê dewletek ava bibe.”