Print this page

Grupê Tundrewê îslamî dîsa Efrîn û Şahba topbaran dikin!

13:27:14

 

Rojava News: Grupên tundrewê İslamî gundeware Efrînê û Şehba ji doh ve dane ber topan ziyanek mezin giha mal ûzeviyê gundiyan.

Grupê Cebhet El-Nusre û Ehrar El-Şam kelha Semanê bi cih dibin, bi top û çekên giran doşka, topavêj û hawanan her du gundên Îska û Basûfanê yên navçeya Şêrewa topbaran kirin, her wiha gundê Qitmê û Kefer Cenê yên navçeya Şera jî dne ber topan.

Di encama topbarana bi ser mal û zeviyên her du navçeyên Şera û Şêrewa ziyanek mezin giha xanî  çandiniyê xelkê sivil.