Print this page

Çawîş Oxlo : Piştevaniya PYD bi çekan şaşîtiyeke mezina

10:23:07 AM

RojavaNews: Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîş Oxlo ragihand ku , Piştevaniya PYD baskê Sûriyê yê Partiya PKK bi çekan ji aliyê Wîlayetên Yekgirtî ve şaşîtiyeke mezine.

Oxlo ji çapemenya Yabanê re di dema serdana xwe de ji Tokyore  Got , ku eger Wîlayetên Yekgirtî bi çekirina PYD berdewam bike, dê  peywendiyên du alî (di navbera Tirkiye û Amerîkayê) Qelsbibe.

Her weha Oxlo daxwiya kirin ku , ew alîkariya Penaberên Sûriyê ji hemû aliyan ve dikin.

Tê zanîn ku Wezîrê Derve Yê Emerîkayê ragihandibû ku , piştî têkçûna DAIŞê ewê çekên ku wan radestî PYD kiribûn ji wan bistînên.