12:00:49
Rojava News: Milîtanên DAIŞê di roja yekem a Cejna Remezanê de, li navçeya Dûbiz a Kerkûkê, li bilindahiyên Gerawê êrîşî pêşmergeyan kir.
Hat zanîn ku êrîşa DAIŞîyan ji alîyê hêzên Pêşmerge ve hatiye şkandin, lê 2 Pêşmerge jî bi sivikî birîndar bûne.
Li gor nûçeya Rûdawê efserê Fewca 4 a Lîwaya Neftê ya Hêzên Pêşmerge Mûqedem Hemerîşe li ser êrîşê got ku êrîş li demjimêr 05:30ê sibêhê li bilindahiyên Gerawê ya navçeya Dûbizê û piştî pevçûna saetekê pêşmergeyan karîne bi başî bersivê bidin û têk bibin.