12:11:15
Rojava News: Li robarekî ser bi qezaya Pişder duh, ciwanekî Kurdistana Rojava dema ku, melevanî dikir xeniqî.
Berdevkê Polîsên Bergiriya Şaristanî ya Raperîn Raid Hisên Ebdula di daxuyaniyekê de ji BasNewsê re ragehand ku, ciwaneke ji penaberên Kurdistana Rojava binavê (M.E) temen 22 salî û li bajarokê Sengerî ya ser bi qezaya Pişde niştecîbibû di yekemîn roja cejna remezanê dema li robarekê de melevanî dikir xeniqî.
Berdevkê Polîsên Bergiriya Şaristanî ya Raperîn Raid Hisên Ebdula got jî piştî temê wî hate derxistin û bi mebesta lêkolînê bo pizîşka dadwerî hate veguheztin û niha lêkolînan destpêkiriye.