11:13:02 AM
RojavaNews: Rêxistinek Amerîkî daxwaza azadkirina Nûçegîhanê Zagros TV Berzan Husên li Rojavayê Kurdistanê dike. Komîteya Parastina Rojnamevanan CPJ, ku rêxistinek Amerîkî ye û bîngeha wê ya navendî li Newyork e, daxwaz ji PYD dike, ku yekser nûçegîhanê Zagros TV li Rojavayê Kurdistanê Berzan Husên azad bike.
Nûçegîhanê Zagros TV Berzan Husên, roja 13ê Gulanê 2017 ji alî Asayişa Rimêlan li rojavayê Kurdistanê hatibû desteserkirin û heta niha tu agahî derbarê azadkirina wî nî nin. Malbata wî yek car ew dîtiye. Mesûd Ako, ku rojnamevanek ji rojavayê Kurdistanê ye û dûvçûn li ser wê keysê dike dibêje: Heta niha hîç tometek arasteyî Berzan nehatiye kirin û tenê yek carî jî, rê bi hevjîna wê hatiye dan ku bo demek kurt seredana wî bike.
Komiteya Parastina Rojnamevanan CBJ dilgiraniya xwe, hemberê girtina Berzan anî ziman û daxwaz ji desthilatdarên rojavayê Kurdistanê û PYD kir, ku yekser ew bête azadkirin.