Print this page

John Bolton: Kurd gihîştine asta ragihandina serxwebûnê!

11:28:07

 

Rojava News: Balyozê berê yê Amerîkayê li Netewên Yekbûyî (NY) di nirxandina xwe ya li ser rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê de got, ‘Kurd ji bo Kurdistana mezin şerê DAIŞê dikin.’

Li gor nûçeya medya Amerîkayê balyozê berê yê Amerîkayê li NYê John Bolton di gotareke xwe de li ser rewşa Kurdan wiha got: "Kurd li herêma Kurdistanê di rewşa ragihandina serxwebûnê de ne û ji bo asankarî û rêxweşkirina serxwebûna Kurdistana mezin şerê DAIŞê dikin."

John Bolton bal kişand ser ku DAIŞ ber bi tunebûnê ve diçe û wiha domand: "Temenê DAIŞê waye xilas dibe, lê pirsa sereke nebûna stratejiya demdirêj a Amerîkayê ya li hember vê valatiya siyasî ya li navçeyê ye ku pêwîst e piştî DAIŞê bê tije kirin, ji ber Îran û Rûsya ne dostên me ne."

Bolton diyar kir ku ‘divê Amerîka piştevaniya leşkerî bo dewleta niha ya Iraqê kêm bike' û got: "Herçend Iraq xwe wek welatekî ji pêkhateyên kurd, erebên sune û erebên şîe pênase bike jî, lê paytexta wê di bin desthilata şîe û hevpeymanê wan Îranê de ye."

John Bolton rewşa Kurdan a li Sûrîyê jî wiha nirxand: "Kurd li Sûriyê û Tirkiyê yekdeng û yekparçe nînin û xwedî nêrîneke erênî nînin li hember Amerîka û li dijî hikûmeta Tirkiyê şer dikin. Receb Tayyip Erdogan fikrê rojavayî yê komara Tirkiyê ya Ataturk guhertiye û ber bi Osmanîbûnê ve biriye û ev yek bûye cîhê nîgeraniyê."