Print this page

Li Efrînê Zaroka 13 salî ku zorê tevlî PYDê bibû di şerde mir!

00:19:45

Rojava News: Li bajarê Efrînê yê Kurdistana Sûriyê zarokek temen 13 salî ku, ji aliyê PYD baskê PKK bi zorê tevlî rêzên wan bibû di şerê li gel grûpên opozîsyonê jiyana xwe ji dest da.

Li gor ragehandina malbata wî îro, Mihmed Izedîn Kermî temen 13 salî li bajarê Efrînê  şerê di navbera PKK û grûpên opozîsyonê de jiyana xwe ji dest da.

Li gor heman nuçeya Basnewsê  ew zarok berî çend meha bi zorê ji PKK tevlî rêzên wan bibû, tevî ku, malbata wî zarokî gelek şehîd dabûn.

Tê zanîn ku, Neteweyên Yekbûyî û bi dehan rêxistinên navnetewî  derbarê çekdarkirina zarokan rexneyê tûnd li PYD û PKK dikin, herwiha derbarê çekdarkirina wan zarokan bi dehan belge hatine tomarkirin,lê PKK û PYD vê yekê redike.