Print this page

Tirkiyê li ser Efrînê daxuyaniyek da!

00:59:37

 

Rojava News: Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahim Kalin li ser tevgera li sînorê Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê ragihand: “Kîjan rêxistin dibe bila bibe, emê bersiv bidin.”

Îbrahim Kalin li ser rojevê bersiv da pirsên rojnamevanan. Li ser pirsa tevger û lebata li sînor wiha got:

“Emê ji bo ewlehiya xwe ya niştimanî û parastina sînorên xwe, tedbîrên pêwîst bînin cih, weke ku heta îro me kir. Li dijî Tirkiyê ji Sûriyê yan jî ji welatekî din, gefên ku têne xwarin, ev dibe ku ji DAIŞê, ji PKKê, ji YPGê were, ji kîjan rêxistina terorê dibe bila bibe, Tirkiye dê yekser bersivên pêwîst bide wan.”

Herwiha Kalin li ser çekdayîna Amerîkayê bo YPGê jî got:

“Em bi ti awayî piştgiriya ku Amerîka dide YPGê, qebûl nakin. Di helwesta me de ti guhertin tune ye. Piştî operasyona Reqayê jî dê wiha be. Di têkoşîna li dijî terorê de dubendî bi ti awayî nayê pejirandin.”