Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku gelê Kurdistanê bi rêya diyalog û aştiyane ber bi serxwebûnê û mîsogerkirina mafên xwe diçe.
Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro roja yekşemê 02.07.2017 li pêşwaziya Balyozê Hollanda yê Iraqê Jan Waltmans û şandekî li gel kir.
Di hevdîtinê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Holanda hate nirxandin û tekez li ser dostayetî û berfirehtirkirina peywendiyên her dû aliyan hatiye kirin.
Balyozê Holanda li Iraqê Jan Waltmans behsa asta beşdariya Holanda di şerê li dijî DAIŞê de kir û got Iraq ji bo Hollandayê piştî DAIŞê gelekî giring e û bi fikar li rewşa cihên azadbûyî temaşe dikin.
Mesûd Barzanî jî ji bo rola Holanda ya di şerê DAIŞê de û alîkariya daye Hêzên Pêşmerge sipasiya xwe pêşkêş kir û bal kişand li ser wê yekê ku qonaxa piştî DAIŞê gelek hestiyar e û eger ew sedemên ku bûne sedema derketina DAIŞê wekî xwe bimînin dê kêşe û giriftên gelek kûrtir derbikeve holê.
Barzanî derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de jî wiha got: "Gelê Kurdistanê bi rêya dîyalog û amûrê aştiyê ber bi serxwebûnê ve diçe. Ew ber bi misogerkirina mafê xwe ve dimeşin. Ev yek jî ji bo rêgirtina li ber şer û pirsgirêkên nû ye.”