02:36:31
Rojava News: Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Ibrahîm Biro ragehand ku, danûstanidinên nehênî derbarê radestkirina bajarê Efrînê di navbera PYD baskê PKK li Kurdistana Sûriyê û rejîma Sûriyê de hene.
Doh yekşemê 2.07.2017 li Almanyayê xwepêşandanek bi helkefta salvegera komkujiya Kobanê û Amûdê hate li darxistin, tê de Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Ibrahîm Biro gotarek pêkêşkir û got ku, danûstanidinên nehênî derbarê radestkirina bajarê Efrînê di navbera PYD baskê PKK li Kurdistana Sûriyê û rejîma Sûriyê de hene.
Herwiha Biro da zanîn ku, hin welatên zilhêz jêre gotine, erkê PYD tenê şerê li dijî DAIŞê ye û rizgarkirina bajarên Ereban bi xwîna Kurdan ne û piştre radestkirina wan bajaran bo aliyên din.
Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Ibrahîm Biro tekez kir ku, ew bi ti awayî qebulnakin bajarê Efrînê yan çi bajarên Kurdan ji aliyê Tirkiyê were dagîrkirin, da zanîn ku, parastina bajarê Efrînê divê li ser destê xelkên wê be ne li ser destê wan kesên ku, xwe ferzdikin.
Di heman demêde Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Ibrahîm Biro amaje bi girtina siyasetmedar û endamên ENKS ji aliyê PYD kir û şermezar kir.