Rojava News: Li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna berpirsên hizbî û hikumî salvegera terorkirina Diktor Ebdulrehman Qasimlo hate li darxistin, herwiha ji bo nirxandina rola bilind ya wî serkirdeyî simînarek ji aliyê her yek ji Endamê politburo siyasî ya partiya Komonîst a Kurdistanê Ebwa Tara û endamekî desteya siyasî ya partiya Demokrata Kurdistan-Îran Mihmed Nezîf Qadirîhate pêşkêşkirin.
Bi helkefta 28 saliya şehîdbûna Diktor Ebdulrehman Qasimlo û rawestandin li ser kar û xebata wî, herwiha têkoşîna wî serkirdeyê gelê Kurd simînar hat li darxistin.
Diktor Ebdulrehman Qasimlo roja 13.07.1989 li bajarê Viyane paytexta Nemsayê hate terorkirin.