12:59:32
Rojava News: Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê Fikri Işik di axaftina xwe de ragihand ku heke Efrîn li ser ewlehiyê bibe mijara tehdîdê Tirkiye wê tiştê pêwist bike.
Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê Fikri Işik di axaftina xwe de got: "Heke Efrîn li ser ewlehiya Tirkiyeyê bibe cihê tehdîdê Tirkiye wê her tiştê pêwist bike. ji bo vekişandina leşkerên rûsî ji Efrînê hevdîtinên dualî didomin."
Fikri Işik di berdewamiya axaftina xwe de got: "Êdî rêxistinên terorîst newêrin derkevin pêşberî leşkerên me. Yek santîmetroya Tirkiyeyê jî ji bo rêxistinên terorîst ne bi ewle ye. Berê li hinek cihan operasyon nedihate kirin, lê niha ti cihekî ku operasyon lê neyê kirin nemaye."
Işik di dawiya axaftina xwe de ji bo moşekên S-400î jî got: "Hevdîtinên teknîkî yên pergala parastina moşekên S-400î bi Rûsyayê re qediyan û em di noqteya biryara dawî de ne."
Ji aliyê din ve li gorî îdîaya rojnameya Tirkiyeyê ku îro di manşeta xwe de parve kiribû Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) bi 7 hezar leşker û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) jî bi 13 hezar milîs amadehiyê dike ku bi çar aliyan ve têkeve Efrînê.