12:05:21 PM
RojavaNews: Li ser daxwaza Partiya maf û azadiyê (HAK-PAR), şanda ENKSê bi serokatiya berêz Ibrahîm Biro serokê encûmenê û berêz Rêzan Şêxmûs serokê nûnertiya encûmenê li Ewropa li roja 3'ê tîrmehê hevdîtinek li nivîsîngeha heman partiyê li bajarê Botrop li Almaniya pêkanî ligel serkirdayetiya partiya (HAK-PAR) li Ewropa ku pêkhatibû ji berêz Fetah Tîmar serokê komelaya alîkariya partiya maf û azadiyê li Ewropa û berêz Ehmed Camlîbil endamê serkirdeyatiya partiyê.
Herwiha çend mijarên girîng di vê hevdîtinê de hatin gengeşekirin û nemaze rewşa kurdistanê bi giştî û kurdistana Sûriyê bi taybetî, têde berêz serokê ENKSê behsa qonaxên damezrandina ENKSê û siyaset û xebata partiyên wê li hember rijêma Sûrî kir û herwiha behsa xebat û tekoşîna wê kir ji bo bidestxistina mafên netewî yên gelê kurd û dijberiyên mezin yên dikevin di riya encûmenê de û diyaloga ligel opozisyona Sûriyê re, û serokê encûmenê tekezî li ser girîngiya pêdagiriya encûmenê bi mafên netewî yên rewa li kurdistana Sûriyê kir û behsa siyasetên dijminkarî û terorîstî yên PYDê û çekdarên wê ji girtin û revandinê û şewtandina baregehan li dijî partî û endam û serkirdayetiya ENKSê kir, û berêz Biro balkişand ku ev kar û kiryar dibin encamê valekirina kurdistana Sûriyê ji gelê wê yê kurd.
Di hevdîtinê de behsa giringiya biryara dîrokî ya partiyên kurdistana Îraqê ya derbarê rapirsiyê û rêfrandoma serxwebûna kurdistanê û giringiya piştevaniya vê biryarê hate kirin û bi pêgaveke dîrokî ber bi mafê çarenivîs û avakirina dewleta kurdî hat dîtin.
Hêjayê gotinê ye ku herdu aliyan tekezî li ser giringiya van hevdîtinan kir ji pêxema berjewendiya gelê kurd li tevaya kurdistanê û herdu aliyan xweşhaliya xwe bi hevdîtinê nîşan dan û bi erênî li qelem dan.
3 tîrmeh
Nivîsîngeha Ragihandina Nûnertiya ENKSê li Ewropa