Print this page

3 zarokan ji ber teqîna guleya hawanê jiyana xwe ji dest dan

12:41:09

 

Rojava News: Ji ber teqîna guleyeke hawanê ya paşmayî ya DAIŞê, li gundê Xorsebat ê ser bi Başîk, sê zarokan jiyana xwe ji dest dan û zarokek jî birîndar bû.

Ji Supaya 3 ya Zêrevanî Seîd Sêderî ji Rûdawê re ragihand, zarokan destên xwe dane guleyê û gule teqiyaye, ji ber teqînê 3 zarok jiyana xwe ji dest dane û zarokek jî birîndar bûye.

Pêşmergeyên Supaya 3 ya Zêrevanî çûn hawara zarokan, lê li cihê bûyerê 3 zarok mirî bûn û zarokek jî birîndar bû. Pêşmergeyan zarokê birîndar rakirin Nexweşxaneya Şêxan.

Gundê Xorsebat, ser bi Başîkê li bakurê Mûsilê ye. Roja 20ê Cotmeha 2016an ji aliyê hêzên Pêşmerge ve ew gund hate rizgarkirin û nêzîkî 50 malbat vegeriyan gundê xwe.