Print this page

PKKê hêzên xwe ji Şingalê dikşînê û rêdike bo Raqayê

13:15:47

 

Rojava News: Ji ber şerê Reqa pirsgirêk dikeve navbera çekdarên PKKê yên li Şingalê ji ber ku dixwazin beşek ji çekdarên xwe ji Şingalê bikşînin û rêkin rojava.’’

Bi fermana PKKê beşek ji hêzên wan ên li Şingalê ji rojavayê Kurdistanê re tên kêşandin û ji wê derê ve jî dibin Reqa yê.

Fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Şingalê Wehîd Bakozî di vê derbarê de daxuyandiye ku: ‘’pirsgirêk di nav PKKê de pêkhatiye û êzdî wisa hate têgehandin ku bo tolhildanê wan dibin Reqayê û naha jî di navxwe de rastî pirsgirêkan hatine û dibe di paşerojê de alozî bo navçeyê çêbikin.’’

Heman demê de îro karwanek çekdarên PKKê yên jin ku wek Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) tê zanîn derbasî rojavayê Kurdistanê bûne û ji wê derê ve jî çûne Reqa.