13:23:59
Rojava News: Çend taxên bajarê Qamişlo rastî nebûna avê tên, ew yek ji ber têkçûna torên avê yên digihêjin avdanka sereke li bajêr
1500 malbat ji bajêr avê dikirin , û her 5 bermîl bi 1500 leyreyên sûrî ye, ku berê bi 1000 leyreyan bû, ew yek di demekê de ku welatiyên bajêr di rewşên jiyanî zehmet de ne.
Herweha rêvebirê dezgeha avê ya girêdayî rêveberiya xweser li bajêr tekez kir ku wan îro dest bi karê çakirina torên avê kiriye , li taxên ku rastî birîna avê tên
Di sala 2016ê de jî av ji ser taxên bajarê Qamişlo hat birîn ji ber têkçûna navendên Hilêliyê, Cim'ayê û Qidûrbek yên peydakirina avê.